Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, Serokwezîrê Elmanyayê Friedrich Merz, Serokwezîrê Qraliyeta Yekbûyî Keir Starmer û Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni ji bo nirxandina mîsyoneke navneteweyî ya ji bo pêkanîna ewlehiya ger û geşta li Tengava Hurmuzê îro li Parîsê li hev dicivin.
Li gorî agahiyên ku ji aliyê Serokkomariya Fransayê ve hate dayin, Ji Ewropa, Rojhilata Navîn, Asya û Latîn Emerîkayê nûnerên nêzî 30 welatan jî wê bi rêya online beşdarî civîna bilind bibin. Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) wê hem tevlî mîsyona navborî neyê kirin, hem jî beşdarî konferansê nebe.
Rêveberiya Parîsê misogerkirina ewlehiya Tengava Hurmuzê weke "Karekî sereke yê lezgîn" dibîne. Li tengavê ku ji aliyê hevsengiya aborî ya global ve gelekî girîng e, tê xwestin ku trafîka keştiyên bazirganiyê lê bê ewlekirin.
Fransa û Qraliyeta Yekbûyî ragihand ku wan dest bi amadekariya mîsyoneke ewlekariyê kirine ku piştî bidawîbûna şer li gel jinûve vekirina tengavê bixebite. Rêveberiya Londonê destnîşan dike ku divê piştgirî ji operasyonên hêsanîkirina sektora trafîka bazirganiyê ya deryayî û paqijkirina mayinan re bê dayin.
Qesra Elysee jî diyar dike ku mîsyona ku tê plankirin bê avakirin tekez bi armanca parastinê ye û wê ji tevlîbûna welatên ku ne aliyê şer e vekirî be. Rayedarên Fransî anîn ziman ku koordînasyona bi DYE'yê re dikare bê kirin, lê belê wê koalîsyoneke yekser pê re neyê kirin.
Ji bo mîsyon bikeve meriyetê, bidawîbûna şer weke şert tê danîn.